Tune halê m tune
Dêşe dilê m dêşe
Birîn kûr e derman tune
Derman tune
Birîndar im li dunyayê hekîm tune
Bûme hekîm ji hekîma re sofî û melan
Bûme derman ji dildar re ji kul û derdan
Min derman nedî ji halê xwe re ez kude herim xwedan
Ez hekîmê bê derman im birîndar im dunya
Li dunyayê tev gerîyam
Dîsa hatim li te vegerîyam
Li êş û birîn ez gerîyam
Tune halê min tune
Pir car mi xwest j' te dûr kevim
Ji bajarê te winda bibim
Lê min nikanî te jibîr bikim
Tune halê min tune
Ez naxwazim ti bipirsî
Dil dixwaze ti bibhîsî
Birîna min ti xweş naskî
Tune halê min tune
Pir car mi go ez bê xem im
Ji êşeka dil ez kûr dinalim
Li vê dunyayê ez ker û lal im
Tune halê min tune