Şarek li ser sor bi çîne
Zeynebam, Zeynabam, Zeynocan
Deq li enîyê qereçîne
Zeynebam, Zeynebam, Zeynocan
Hevalên me gişk zevicîne
Zeynebam, Zeynebam, Zeynocan
Dem bihurî, bilezîne !
Zeynebam, Zeynebam, Zeynocan
Here Zeynê li nav daran
Bilîze bi keçkê hevalan
Here bike wê bêrîyê
Lê merêjîne satilê şîrê !
Erê Zeynê gerdenzer
Me canê xwe daye ser
Eger Zeynebê hilgirim
Sed sal jî here
Ez namirim
Tu keçîka metka minî
Zeynebam, Zeynebam, Zeynocan
Merêse tu li ser her teşî
Zeynebam, Zeynebam, Zeynocan
Herkes xerîb, em ya hev in
Zeynebam, Zeynebam, Zeynocan
Berxê xelkê nabe beranê kesî !
Zeynebam, Zeynocan
Here Zeynê nav kerîyan
Bilîze bi kar û berxan
Here bike wê beravê
Lê mekeve nav herrîyê !
Erê Zeynê gerdenzer
Me canê xwe daye ser
Eger Zeynebê hilgirim
Sed sal jî here
Ez namirim
Eger Zeynebê hilgirim
Sed sal jî here
Ez namirim