Serê min têşê babo, min bibê nexweşxanê
Bijîşk ber min meyze b'kê, derzîyek li min bixê
Go derman j'bo min bidê, ez baş bim izna Xwedê
Ger ez baş nebim babo, bila serum li min bixê
Lingê min têşê babo, min bibê nexweşxanê
Bijîşk ber min meyze b'kê, melhemek li min bixê
Go derman j'bo min bidê, ez baş bim izna Xwedê
Ger ez baş nebim babo, bila paç lê girêdê
Ûrê min têşê babo, min bibê nexweşxanê
Bijîşk ber min meyze b'kê, îlacek li min bixê
Go derman j'bo min bidê, ez baş bim izna Xwedê
Ger ez baş nebim babo, bila navam bişo yê